KCK: PDK gelê me yê Êzidî bi komkujiyê re rûbirû hişt

Bi rasthatina salvegera 8’an a Fermana 3’ê Tebaxê, KCK’ê peyamek weşand.KCK’ê ragihand ku ew ê ti carî komkujiya gelê Êzdî ji bîr nekin û got;Parastina Êzdîxanê deynê di stûyê me de ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî salvegera 8’an a Fermana 3’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

KCK’ê, bi bîr xist ku dîroka civaka Êzdî bi ferman û komkujiyan tije ye û got:

3’yê Tebaxa 2014’an bi destê DAIŞ’ê êrişeke mezin li dijî Şengalê destpêkir. Ev êriş ji aliyê civaka me ê Êzdî ve weke fermana 73’an hatiye binavkirin.

Bê goman armanc jê temamkirina qirkirina gelê Êzdî bû.

Eger êrişa 2014’an mîna hatibû plankirin biçûya serî wê tevahiya gelê me ê Êzdî bihata qirkirin.

Lê mîna fermanên berê, vê carê jî civaka Êzdî tevî ew çendî berdêlên giran jî dest ji nasnameya xwe berneda.

Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir ku berpirsê komkujiyê PDK’ê ye û got:

Beriya êrişa 3’ê Tebaxê, yekane hêza ji ewlekarî û parastina Şengalê berpirsiyar PDK’ê bû.

Lê hê di kêliya pêşî ya êrişê de PDK’ê erk û berpirsiyariyên xwe bicih neanî û gelê Êzdî bi komkujiyê re rû bi rû hişt.

Ji ber vê çendê, bi hezaran Êzdî hatin kuştin, jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin.

KCK: Gerîlla civaka Êzidî ji qirkirinê xelas kir

KCK’ê diyar kir ku gerîllayên Kurdistanê pêşî li êrişên DAIŞ’ê girtin û got:

Gerîlla bi hawara gelê Êzdî ve çû.

Bi vî awayê rê li ber encamên kambax girt.

Bê goman destwerdana YPG’ê û YPJ’ê jî di mijara astengkirina qirkirina gelê Êzdî de, xwedî roleke sereke bû.

Keç û xortên Şengalê yên ji vê helwesta gerîlla, YPG û YPJ’ê bi bandor bûn biryara dan ku hêza xwe parastinê ava bikin.

Mam Zekî, Zerdeşt, Dijwar, Nazê. Seîd, Bêrîvan û Gûlçîn bûn pêşengên vê pêvajoyê.

Di encama xebatan van pêşengan de, derket holê bû xweparastin û rêxistin ji bo civaka Êzdî çendîn girîng in.

KCK: Parastina Êzidxanê deyn di stûyê me de ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir dewleta Tirk û PDK’ê yên ji hêza rêxistinkirî ya civaka Êzdî ne rehet in, îro hevkariya êrişên li dijî Şengalê dikin got:

Di salvegera 8’an a fermanê de, Tevgera Azadiya Kurdistanê soza dabû şehîdên Şengalê wê bicih bîne.

Tevgera me parastina hebûna Êzdîxanê weke deynê di stûyê xwe de dibîne û wê teqez ji kujeran hesab bipirse.

Back to top button