Hêrsa alîgirên Sedr û nakokiya di navbera komên Şîi de

Li Iraqê rewş aloz e..
Alîgirên tevgera Şîi El Sedr di nava hefteyekê de 2 caran bi ser avahiya parlementoyê de girtin.
Lîderê wan Muqteda El Sadr ev yek weke şoreşê binav kir û peyam da ku wê xwepêşandan berfereh bibin.
Hem banga Sedr û hem jî xwepêşandana alîgirên wî, weke destpêka pêvajoya şerê di navbera komên Şîi yên Iraqê de tê şîrovekirin.

Di ser hilbijartinên pêşwext re, 10 meh derbas bûn.

Lê heta niha, ne hukûmet û ne jî serok-komarê nû yên Iraqê diyar nebûne.

Astengiya li pişiya diyarkirina serok-komariyê, weke helwesta PDK’ê yê nîşandan.

Lewma ji sala 2003’an ve dema destwerdana Amerîka, li vî welatî pergaleke balkêş hate sazkirin.

Serok-komar ji Kurdan.

detayek parlamene bide

Serokwezîr jî Şîa û Serokê Parlementoyê jî ji Sûna pêk tê.

Di mijara serok-komariya ku bûye para Kurdan jî di navbera PDK’ê û YNK’ê peymaneke navxweyî hatibû mohrkirin.

Li gorî vê,

Serokatiya Herêmê bû para PDK’ê û Serok-komariya Iraq bû ya YNK’ê.

Lê di qonaxa 10 mehên derbasbûyî de diyarkirina herdû postên girîng ên Iraqê pêk nayê.

Helwesta PDK’ê weke astengiya li pêşiya diyarkirina serok-komarê Iraqê,

Nakokiya di navbera komên Şîa jî weke sedema bingehîn a avakirina hukûmeta nû tê binavkirin.

Muqteda Sedr: A li Herêma Kesk rû dide şoreş e

Û bi taybet mesela hukûmetê û serokwezîrtiya Iraqê demên dawî weke nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû ya aloziyên dijwar xwe daye der.

Herî dawî piştî ku komên Şîa ên nêzî Îranê kesê binavê Muhamed Şiya El Sûdanî weke namzetê serokwezîrtiyê nîşan dan, alîgirên Tevgera Sadr rabûn ser piyan.

Û bi vê armancê di nava 5 rojan de bi ser avahiya parlementoyê de girtin.

Berevajî serdegirtina pêşî, alîgirên Sadr vê carê biryar da ku li nava parlementoyê çalakiya rûniştinê ya bê dem pêk bînin.

Muqteda Sadr çalakiya alîgirên xwe weke destpêkirina şoreşa aştiyane binav kir û got;

Ji bo wan kesên ku agirê dagirkerî, zordestî û sextekariyê bandor li wan kiriye, fersendeke zêrîn peyda bûye.

Dem hatiye ku di mijara hilbijartin, pergala siyasî û destûra bingehîn de guhertinên bingehîn pêk werin.

Her çi kesê ku beşdarî vê şoreşê nebe, wê ji rûmetê bê par bimîne.

Divê her kes piştgiryê bide gelê me û serhidêr.

Lîderê Şîi Sadr, serdegirtina avahiya parlementoyê û çalakiya rûniştinê jî weke hewldana azadkirina Herêma Kesk binav kir û peyam da ku ew ê xwepêşandan belav bibin.

Back to top button