KOMELEYA GELÊN ROJAVA-BAKÛRÊ SÛRÎ LI PAYTEXTA ELMANIYA BERLÎNÊ KONGREYA XWE YA YEKEMÎN LI DAR XIST

Li paytexta Almanya Berlînê Komeleya Gelên Rojava-Bakurê Sûrî ku beriya 3 mehan hatibû damezrandin, kongreya xwe ya yekemîn li dar xist

Kongre duh saet 16:00’an li Komeleya Rojava û Bakurê Sûrî pêk hat.

Endamên Meclisa Kurdistaniyên Azad Berlîn, Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) û nûnerên PYD Berlînê beşdarî kongreyê bûn.

Piştî hilbijartina dîwanê, axaftin hatin kirin û peyam hatin xwendin.

Hevserokê Meclîsa PYD’ê Berlîn Silêman Hacî axivî û behsa rola hevkar a PDK’ê di êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê de kir.

Hacî bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya YPG, YPJ û HPG’ê şoreşa mirovahiyê pêk tê û got:

Ji bo astengkirina vê, dijmînên mirovahiyê çi ji destê wan tê dike.

Baskê wê yê Kurd jî PDK dimeşîne. Lê wê li pêşberî gelê Kurd û wijdana mirovahiyê hesab bidin.

Piştî axaftinan rapora xebatê ya 3 mehan hate xwendin û nirxandin.

Leave a Reply

Back to top button