Meha Tîrmehê 31 gundên Şehba û Şêrawa hatin topbarankirin

Tenê di meha Tîrmehê de 31 gundên Şehba û Şêrawa hatin topbarankirin.
Tevî topbarana dijwar a rojane, 4 êrişên bi dronan jî pêk hatin.
Di van êrişan de, jinekê jiyana xwe ji dest da, 5 jin ku piranî koçberên Efrînê bûn, birîndar bûn.

Meha Tîrmehê jî mîna yên berî wê, bi êriş û topbarana dewleta Tirk derbas bû.

Bi taybet li ser gundên Şêrawa ya Efrînê û Şehbayê, êrişên dijwar hatin kirin.

Di vê mehê de, dewleta Tirk êrişên xwe yên bi armanca dagirkirinê, zêdetir kirin.

Li gorî bîlançoya mehekê, 31 gund bi dijwarî hatin armancgirtin.

Ev gund jî ev in;

Um Qura, Wehşiyê, Bênê, Aqîbê, Soxanekê, hirşê Soxanekê, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê, Til Qirah, Ziyaretê, Til Ecar, Îrşadiyê, Tinib, Minix, Semûqa, Kefer Entûn, Til Rifet, Dêr Cimêl, Şewarxa, Um Hoş, Hesacik, Şêx Îs, Til Madîq, Til Cîcan, Zîwan, Til Enab, Nêrebiyê, Hirbil, Meyasê û Birc Qas.

Dirêjahiya mehekê li ser van gundên navborî, topbaraneke dijwar pêk hat.

Di encama van topbaranan de:

2 hezar û 323 guleyên obîsan û 165 guleyên tangan, hatin bikaranîn

Meha Tîrmehê 4 êrişên bi dronan pêk hatin û 8 jin birîndar bûn

Tevî bikaranîna van çekan, bênavber dronên dewleta Tirk jî li seranserî herêma Şehba û Şêrawa digeriyan.

Bi van dronan 4 caran êriş pêk hatin û piranî li Til Rifetê bûn.

Di encama êrişan de li Til Rifetê jinekê jiyana xwe ji dest da, 5 jin jî birîndar bûn

Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de 4 leşkerên hikumeta Şamê jî birîndar bûn.

Her wiha li Şehabyê jî ji ber topbarana dijwar jina bi navê Fehîme Reşo a 22 salî jiyan xwe ji dest da, 5 jin jî ku piranî koçberên Efrînê bûn, birîndar bûn.

Back to top button