Birîndar Hemed Emîn Xidir: Divê Başûr li hember komkujiyan bêdeng nemîne

7 sal li ser Komkujiya Zergelê re derbas bûn..
Wê demê li vî gundî dewleta Tirk komkujiyek pêk anî, 8 kes şehîd û 10 birîndar kirin.
Yek ji wan birîndaran Hemed Emîn Xidir dibêje divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember komkujiyan bêdeng nemîne.

1’ê Tebaxa 2015’an, dewleta Tirk li gundê Zergelê yê Qendîlê komkujiyek pêk anî.

Yek ji qurbanên vê komkujiyê Hemed Emîn Xidir e ku wê demê birîndar dibe ji malbata xwe 5 kesan winda dike.

Der barê vê komkujiyê û komkujiyên ku dema daî dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pê tîne, dibêje:

“Eger gundên Qendîl, Germiyan û Zaxo vala bûn, bila hikûmeta Herêmê baş bizane wê Hewlêr jî vala bibe.

Eger parastina Qendîlê neke nikare li Soran û Ranya jî bike.

Divê êdî hikumet xwedî helwest be û bêdeng nemîne.”

Herî dawî dewleta Tirk li Zaxoyê komkujîyek pêk anî û 9 kes şehîd kirin.

Back to top button