Mûrad Karayilan: Şerê Zap, Avaşîn û Metînayê banga berxwedana netewî ye

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan, şerê li Zap, Metîna û Avaşîn weke banga berxwedana netewî binav kir got;
“Bi saya berxwedana Apocî dijmin xetimiye.
Divê herkes tevlî vê pêvajoyê bibe.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan, ji gerîllayên li Zap, Avaşîn û Metînayê re axivî.

Axaftina Karayilan ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Mûrad Karayilan gerîllayên li eniyên şer silav kirin û ev peyam da:

Mûrad Karayilan: Dijmin ji tinekirina gelê me, dixwaze Başûr dagir bike

Berxwedana dîrokî 3 meh û nîvê xwe temam bû. Di vê pêvajoyê de gelek encamên girîng derketin holê.

4 sal in dewleta Tirk ji bo pêkanîna konsepta tinekirinê, dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Armanca dijmin ew bû ku bi têkbirina Herêmên Parastinê yên Medyayê berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û wisa konsepta xwe ya li ser tevgera me û gelê me temam bike.

Eger îro plana dagirkeriyê neçûye serî, ev yek bi saya berxwedana gerîlla ye.

Mûrad Karayilan: Di şerê Zap, Metîna û Avaşîn gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

Mirov dikare bêje di dîroka têkoşîna me de ti caran şerekî ewqas dijwar rû nedaye.

Di dîroka şerê me de, ti caran dewleta Tirk li Başûr ewqasî kuştî nedane.

Di berdêla parastina xakê de, heta niha di navbera 80-90 hevalên me ên lehemg şehîd bûne.

Ya niha li Zap, Metîna û Avaşîn têkirin, wêrekî û fedekariya bê mînak a gerîllayên Kurdistanê ye.

Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk di tevgera dagirkeriyê de hêzên xwe ên herî bijarte bikar tîne û got;

Mûrad Karayilan: Eger li têkçûna xwe mukir bên, wê rêjîma AKP-MHP hilweşe

Di tevgera dagirkeriyê de, deweta Tirk hêzên xwe ên herî bijarte bikar tîne.

Lê daxwazên wan bicih nehatin.

Heta mirov dikare aşkere bibêje ku bi esasî dijmin têk çûye.

Lê nikare vê encamê eşkere bike.

Lewma eger li têkçûna xwe mukir were, wê rêjîma AKP-MHP hilweşe.

Mûrad Karayilan: Li hemberî berxwedana gerîlla xetimîn, komkujiyan pêk tînin

Mûrad Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla xetimî, berê êrişên xwe daye qada sivîlan û got:

Li Kelar, Çemçemal, Mexmûr, Şengal, Şehba û li tevahî Rojava niha êrîşan dike.

Herî dawî 20’ê Tîrmehê li Heftenînê, gundê Perexê komkujî pêk anîn.

Ev êriş hemû nîşaneyên têkçûnê ne.

Êdî eşkere bû ku bi saya berxwedana fedaiyên Apocî, dijmin li Zap, Metîna û Avaşîn xitimî ye.

Li hemberî vê lehengiya mezin, em weke tevgera û gel mecbûrin, berxwedana dîrokî bihêz bikin.

Back to top button