Çîn eşkere hişyar kir: Eger Pelosî biçe serdana Taywanê, wê artêşa me bê deng nemîne

Ji bilî dijminahiya ku xwe dispêre salên dirêj, demên dawî di navbera Amerîka û Çînê de aloziya nû peyda dibe.
Li gorî rêveberiya Pekîn, sedema aloziyê serdana seroka meclusa nûneran Nancey Pelosî ya ji bo Taywanê ye.
Îro Çîn careke din dijberiya a li hemberî vê serdanê dûbare kir û got;
Eger Pelosî biçe Taywanê, wê artêşa Çînê bê deng nemîne.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancey Pelosî îro gera xwe a Asyayê destpê kir.

Beriya niha hatibû gotin, di bernameya gerê de serdana Taywanê jî heye.

Lê ev yek heta niha bi fermî nehatiye zelalkirin.

Lê gel vê jî Çîn a ku Taywan weke beşek ji axa xwe dibîne, bi tûndî li dijî serdanê ye.

Mijara serdanê herî dawî di pêwendiya telefonî ya serokê Amerîka û Çînê de jî bibû rojev.

Îro careke wina Rêveberiya Pekînê bi zimanî tûnd helwest nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karê Derve Zhao Lijian (Çao, Lîjan) hişyar kir ku eger Pelosî biçe Taywanê, ew ê artêşa Çînê destgirêdayî nemîne.

Back to top button