Îran…di nava 10 rojan de ji ber lehiyê 90 kes mirin

Bandora lehiya li Îranê, bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest dane girand dike.
Lehiya ku ji ber barana bibandor ya mûsonê pêk hatin de, bû sedema mirina 69 kesî.
Tenê di nava 10 rojan de heta niha 90 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li Îranê bîlançoya baranên mûsonê ku bûne sedema lehiyê giran dibe.

Wezareta Karên Hundirîn a Îranê diyar kir ku li seranserê welêt ekîbên lêgerîn û xilaskirinê hê jî bi awayekî bêhêvî li 45 kesên winda digerin.

Heta niha zêdeyî 40 kes bi giranî birîndar bûne.

37 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin û zêdeyî 20 hezar xanî jî zirareke mezin dîtine.

Ji êvara Pêncşemê ve bahoz ji 31 eyaletan paytext Tehran jî di nav de li 24 rabû.

Tê payîn ku bahoz û lehiyê di rojên pêş de jî dewam bike.

Ji ber vê yekê jî berpirsyar bi fikarin ku jimara kesên mirî zêde bibe.

Di vê mehê de ji ber lehiyê hejmara miriyan derket 90î.

Nêzîkî 10 roj berê, di lehiya ku li başûrê parêzgeha Farsê rabûyî de, 21 kes mirin û 2 kes jî winda bûn.

Berpirs dibêjin guhertinên herêmî bûne sedema lehîya vê dawîyê.

Her çend hîn zû ye ku asta zirarê were destnîşankirin, lê pispor destnîşan dikin ku ew bi mîlyaran dolar e.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî soz da ku wê alîkariya aborî bide kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine.

Lê ji ber krîza aborî ya heyî, ne diyar e kengî dibe ku ev alîkarî were belavkirin.

Back to top button