Keştiya yekem a ginim ji Bendera Odessa derket

Şerê li Ukrayna di bin siya genimê li welat de maye.
Rojeva derxistina genimê Ukrayna bo derve, ji şerê li welat zêdetir cihê xwe di çapemeniya cihanê de digre.
Herî dawî Tirkiyê ragihand ku keştiya yekemîn ya genimê Ukrayna ji Bendera Odessa derket.
Keştiya ku tê payîn sibe li Stenbolê bê kontrolkirin, xala xwe ya gihiştinê wê bajarê Trablusşam yê Libnanê ye.

22’ê Tîrmehê li Stenbolê di bi amadebûna nûnerên, Ukrayna, Rûsya, NY û Tirkiyê peymanek hate îmzekirin.

Armanca sereke ya peymanê derxistina genimê Ukrayna bo welatên der bû.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku keştiya ji genimê Ukraynayê barkirî ye, ji Bendera Odessa derket.

Keştiya Razoni bi ala Sîerra Leone tevger dike.

Wezaretê diyar kir ku tê payîn ku Razonî sibê li Stenbolê be û wiha got:

“Piştî kontrolkirina ku li Stenbolê bê kirin wê keştî ber bi bendera hatî diyarkirin ve rêya xwe bidomîne.”

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Koordînasyona Hevbeş ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di keştiyê de 27 hezar ton ceh heye.

Kapasîteya kargoya keştiya 186 metre dirêj e 30 hezar ton e.

Vekirina fermî ya Navenda Koordînasyona Hevbeş ku piştî peymana di navbera Kîev, Moskow, Enqere û Neteweyên Yekbûyî de hat îmzekirin Çarşema borî ji bo sivikkirina kirîza xwarinê ya cîhanî hatibû lidarxistin.

Armanca serekeya ya vê koordînasyonê, derxistina nêzî 22 mîlyon ton genim û berhemenên din yên xwarinê yên Ukrayna bo gihandina deverên din yên cîhanê ye.

Erkê Navenda Koordînasyona Hevbeş jî mîsogerkirina derbasbûna bi ewle ya ji bo cihê hatî diyarkirin e.

Di civîna li Stenbolê de Rûsya û Neteweyên Yekbûyî jî li ser hinardekirina berhemên çandiniyê yên Rûsyayê peymanek îmze kirin.

Di peymana navborî de, NY bo Moskowê piştrast kir ku ji bo hin hilberên Rûsî yên wekî dexl û zibil bigihêjin bazara giştî ya cîhanê wê hêsankariyê çêbike.

Ukrayna û Rûsya di nav welatên herî mezin ên îxracata genim de ne.

Back to top button