Maynmar..Li welat rewşa awarte heta 2023’an hate dirêjkirin

Maynmar ev 2 salên ji aliyê hukûmeta darbeya leşkerî ve tê birêvebirin.
Rêveberiya Leşkerî ragihand ku wan rewşa awarte heta sala 2023’an dirêj kirine.
Artêşê wekî din îdîa kir ku ew ê Tebaxa 2023’an hilbijartineke azad û adil pêk were.

Sala 2020’an li Maymanrê, Partiya Yekîtiya Netewî ya ji bo Demokrasiyê NLD biserokatiya Aung Sung Kyi piraniya dengan bidest xist û bû desthilatdar.

Lê artêşa welat bi îdîaya ku hîle çêbûne, bi derbeya leşkerî rabû û dest danî ser rêveberiyê.

Û ji wê demê ve rewşa li Maynmarê aloz e.

Rêveberiya Leşkerî bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa awarte heta sala 2023’an dirêj dike.

Artêşê ragihand ku bi dirêjkirina rewşa awarte re ew ê hewl bidin aramiyê peyda bikin..

Artêşê wekî din ragihand ku ew ê Tebaxa 2023’an li welat hilbijartineke azad û adil pêk bînin.

Hukûmeta Yekîtiya Netewî ya Maynmarê ku vê gavê li surgûnê ye, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya rêveberiya leşkerî da û got;

Li welat mafê generalên şer tine ye ku behsa hilbijartinan bikin.

Back to top button