Sedir û Çarçoveya Hemahengî: Dakevin kolanan

Di asoyên Iraqê de, rojên bi aloz xuya dike.
Sedir û Çarçoveya Hemahengî bi hevre bang li alîgirên xwe kirin ku dakevin kolanan.
Di demekê ku artêşa Iraqê bêalîbûna xwe ya ji bo xwepêşandanan diyar kir de, Îranê jî helwesta xwe zelal kir.
Rêveberiya Tehranê got:
Pirsgirêkên li Iraqê mijareke navxweyî ye.

Li Iraqê rewşek metirsîdar heye.

Xwepandêr li nava avahiya parlamentoyê ne.

Li cihê aramnkirina rewşa heyî, daxuyaniyên derdikevin metirsiya alozkirina rewşê nîşan dide.

Çerçoveya Hemahengî dem û cihê xwepêşandanê ji bo aligirên xwe diyarkir û daxwaz kir ku aligirên wî dakevin kolanan.

Weke cihê xwepêşandanan jî Pira Daliqandî ya Bexdayê hate diyarkirin.

Di daxuyaniya hate dayîn de, ji alîgirên xwe zêdetir bang li tevahî Iraqiyan hate kirin ku li cihê hatî diyarkirin kom bibin.

Tevî ku cihê ku Çerçoveya Hemahengî ji bo destpêkirina xwepêşandanê diyarkirî rêya sereke ya herêma kesk a Bexdayê ye jî, lê di daxuyaniyê de hat teqez kirin ku ketina herêma navborî qedexe ye.

Li aliyek din heman demê de Wezîrê Sedir Salih Mihemed Iraqî daxuyaniyek belavkiribû û wiha ragihandibû:

“Daxwaz ji aligirên Tevgera Sedir dikîn ku ji bilî parêzgeha Necef dakevin hemû kolanên parêzgehên Iraqê.

Her çiqasî cihê çalakiyan cuda ji be, lê balkêşe ku dema ji bo çalakiyan hemane.

Wezareta Parastinê ya Iraqê: Erkê me li dijî dijmin şerkirine, ne li dijî gel

Di vê navberê de, Wezareta Parastinê ya Iraqê jî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê li ser rewşa Iraqê ya heyî ragihand ku artêş di destwerdana siyasetê de bê aliye û dibêje:

“Parastina hevsengiya civakê karê Hêzên Parastinê ye.

Erkê artêşê li beramberî dijmin parastina serweriya Iraqê ye.”

Îran: Pirsgirêka li Iraqê mijarek navxweyî ye

Di demekê ku çav zivirîne li ser Îranê de, hikumeta Tehranê daxuyanî da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyek a çapemeniyê de ragihand ku rewşa Iraqê mijareke navxweyî ye partî û tevgerên Iraqê dikarin vê pirsgirêkê derbaz bikin.

Nasir Kenanî wiha got:

“Rêz ji biryarên gelê Iraqê re digirin û biryara me jî ewe ku danustandin ji bo çareserkirina pirsgirêkan re riya herî başe.”

Back to top button