HPG’ê: Li Zap û Metîna 15 leşkerên Tirk hatin kuştin, gerîlayek şehîd bû

HPG’ê ragihand çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dikin û derbên giran li dagirkeran tê xistin.
HPG’ê diyar kir di çalakiyên li herêmên Zap û Metînayê de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, gerîlayek jî şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên bi bandor yên gerîla bi rêbazên tîmên gerok û bi awayekî serketî dewam dikin û derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker tê xistin.

HPG’ê derbarê encamên çalakiyan de ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 26’ê Tîrmehê li Qada Girê Hekarî li hêzên dagirker hate xistin ku di nava tevgerê de bûn.

Di encama van rêzeçalakiyan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Bi pêşengiya hevrê Serhed ber bi êvarê careke din li hêzên dagirker hate xistin. Di vê çalakiyê de jî 4 dagirker hatin kuştin.

Hevrê Serhed ku di vê çalakiyê de bi awayekî fedayî bi ser dijmin de çû bi giranî birîndar bû. Lê tevî hemû destwerdanan jî mîlîtanê fedayî yê Rêber Apo hevrê Serhed şehîd bû.

31’ê Tîrmehê li Qadên Girê FM, Girê Cûdî û 1’ê Tebaxê jî li Girê Amediyê di encama çalakiyên bi rêbaza sekvaniyê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 36 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên berxwedanê yên gerîla bombebarankirin.

Back to top button