MXDŞ û Fermandariya YPŞ’ê bi boneya 8’emîn ya êrişa li ser Şengalê daxuyanî dan

Meclîsa Xweser a Şengalê û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê bi boneya 8’emîn salvegera êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de hat gotin: Divê hesab ji hêzên li pişt fermanê were pirsîn û statuya Şengalê were naskirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê bi boneya 8’emîn salvegera êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê daxuyaniyên cuda dan..

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ew wekî civaka Êzidî 8’emîn salvegera fermanê pêşwazî dikin

MXDŞ: Dewleta Tirk û malbata Berzanî hevkarê vê fermanê ne

“Rast e ferman bi destê DAIŞ’ê hate kirin lê kî li pişt DAIŞ’ê bûn lazim e em vê zanibin û tu carî ji bîr nekin.

Dewleta tirk a dagirker û Malbata Barzanî hevkar û şirîkên vê fermanê ne.”

Meclisê her wiha balkişand ser helwesta Hikumeta Navendî ya Iraqê jî û got:

“Iraq ev 8 sal in çima jenosîda Êzidiyan qebûl nake, şehîdên fermanê wekî şehîdên Iraqê nas nake?

Li şûna ku ji sûcdarên fermanê hesabê bixwaze, destê xwe avêt stûyê civaka Êzidî.

Vê siyasetê îro Iraq anî merheleya şerê navxweyî û parçebûnê.

MXDŞ: Divê Iraq Mafên Êzidiyan nas bike û dest bi danûstandinan bike

Em careke din dibêjin, pirsgirêkên Iraqê bi demokrasiyê çareser dibe û kî mafê Êzidiyan nas bike, em ê bi wan re di nav diyalog û hewldanê çareseriyê de bin. ”

Meclisa Xweser a Şengalê bang li hemû Êzidiyan kir ku ji bo tola şehîdan tevlî çalakiyên bîranîna fermanê bibin..

Fermandariya YJŞ: Ferman ya herî dijwar bû lê îro li Şengalê roj hilat

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê-YJŞ’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hezên komploger yên navnetewî, bi mohra dewleta Tirk û bi destê PDK, DAIŞ’ê, qirkirineke herî mezin li ser Êzidiyan pêk anîn û got:

“Em vê qirkirinê bi hemû hêrsa xwe û sonda tolhildanê şermezar dikin û ew welatiyên me yên ku di vê fermanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîrtînin.”

YJŞ’ê anî ziman ku îro li Şengalê bi berxwedanî û sekna Egîd Civyan û hevalên wî roj hilat û wiha domand:

“Vê carê ji fermanan hesabek pir mezin hate xwestin.

Fermandariya YJŞ: PDK li şûna ku lêborînê bixwaze bi dewleta Tirk re êriş dike

Bi fikir û ramana Rêber APO bingeha YBŞ û YJŞ ava bû û kes nikare vê hêza me têk bibe.”

Fermandarya YJŞ’ê işaret bi êrişên dawî yên li ser Şengalê jî kir û wiha got:

“Dîsa di vê dawiyê de êriş, komployên PDK’ê, hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk bi taybet jî hevkariya bi faaliyetên MÎT’ê re pir balkêşe.

Şuna ku ji gelê me û jinan lêborîna xwe bixwaze, bi polîtîkayên qirêj dixwaze vê axê pêşkêşî hêzên dagirker bike.

Li hember nêzîkatiyên îmha û înkarkirinê, bersiva herî mezin ya civaka Êzîdî, xwe rêxistinkirin e..”

Fermandariya YJŞ: Ji bo naskirina statuya Şengalê em ê têkoşîna xwe mezin bikin

Fermandariya YJŞ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo bi destxistina statuya xweser a Şengal’ê soza bilind kirina tekoşînê da.

Back to top button