Hevjîna Şehîd Seyfullah, Menal Elî: Destekê bidin ‘Operasyona Sond’

Hevjîna şehîd Seyfullah Ehmed ku bi destê sîxuran hat şehîdxistin Menal Mihemed Elî spasiya QSD`ê kir, ku ajanên bûne sedema şehadeta hevjînê wê girtine. Menal bang li gel kir ku destekê bidin “Operasyona Sond” a li dijî sîxur û nokeran.

Bi zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ’ê û şaneyên rasterast girêdayî MÎT`ê re, roja 31’ê Tîrmehê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku di çarçoveya “Operasyona Sond” de 36 kesên ku rasterast bi dagirkeriya Tirk re kar dikirin hatine girtin.

Ev kes bûn sedema şehîdxistina fermandar û şervanên QSD’ê li cih û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şehîd Seyfullah Ehmed bi destê sîxuran di 19’ê Tebaxa 2021`an de şehîd bûye.

Hevjîna wî, Menal Mihemed Elî têkildarî Operasyona QSD’ê ya li dijî ajanan û girtina sîxurên ku bûne sedema şehadeta hevjînê wê, axivî.

Menal da zanîn ku di 19’ê Tebaxê de hevjînê min tevî rêhevalên xwe fermandar Sewsen, Rênas, Egîd û Robar şehîd bi destê sîxuran şehîd bûn.

Hevjîna Şehîd Seyfullah, Menal Elî : Operasyona QSD’ê ya li dijî ajanan gaveke pîroz e

Menal got, ez spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikim ku ajanên bûne sedema şehadeta hevjînê min û hevalên wî, girtine. Operasyona ku QSD`ê li dijî sîxûr û ajanan daye destpêkirin, gaveke pîroz e.

Menal hevkarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ev tişt anîn ziman:

Di dawiya axaftina xwe de Menal ev bang li gelê herêmê kir:

Divê gelên herêmê bibin yekdest û piştgiriya operasyona QSD’ê bikin, ji bo şopandina her kesê ku hewl dide welatê xwe bifiroşe dijminan û hesab ji wan bipirse.

Back to top button