Jiyan Tolhildan..bi têkoşîna xwe bû sembola jina azad û afrînera serkeftinê

Malbata Şehîd Jiyan Tolhildan li ser zarokatiya wê û kesayeta wê axivîn.. Bavê Şehîd Jiyan Hisên Yûsif got: Jiyan ji zarokatiya xwe de berpirsa mal û xwişk û birayên xwe bû. Ti carî neheqî qebûl nedikir û piştgirirya jinan dikir.

Gelek nav layiqî wê hatin dîtin.

Afrînera serkeftinê, pêşenga şoreşa jinê, parêzvana mafên jinan, şoreşger û şopdarê rêya heqîqetê.

Ev bû Fermendara Şehîd Jiyan Tolhildan.

Ew di sala 1980’î li gundê Memala yê navçeya Reco ya kantona Efrînê ji dayîk dibe.

Di nava malbateke welatparêz de û li ser fikrê rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê mezin dibe.

Di 1999’an de ew dibe şopdarê rêya birayê xwe Elî ya ku di 2005’na de şehîd bûye.

Piştî 23 salan tijî xebat, têkoşîn û serkeftin, Şehîd Jiyan jî dibe şehîda duyem di malbata xwe de.

Bavê şehîd Jiyan Tolhildan Hisên Yûsif: Keça min jiyan li hemberî erkên xwe xwedî berpirsyariyek mezin bû

Bavê Şehîd Jiyan, Hisên Yûsif li ser jiyan keça xwe axivî û anî ziman ku şehîd Jiyan bi armanca rizgarkirina gelê xwe
ji bindestiyê tevî nava refên gerîla bû.

Xwişka Şehîd Jiyan Tolhildan Fatme Yûsif: Şehîd Jiyan ji zarokatiya xwe de piştevana jinan bû

Xwişka şehîd Jiyan Fatme Yûsif ku cil û bergê xwişka xwe li xwe kiriye diyar kir ku Şehîd Jiyan ji biçûkaniya xwe de piştavana jinan bû.

Fatme dibêje: Tiştekî nedikarî vîna wê bişkîne. Ruxmî ku berpirsyariya wê mezin bû ji bo temenê wê yê biçûk, lê xizmeta mal, dayika me ya nexweş û xwişk û birayên me yên biçûk dikir.

Dît ku berpirsyariya gel ji ya malê mezintir e, ji ber wê tev li tevgerê bû.

Xwişka Şehîd Jiyan Tolhildan Bêrîvan Yûsif: Berpirsên şehîdxistina şehîd jiyan dewletên navnetewî ne

Xwişka şehîd Jiyan Bêrîvan Yûsif anî ziman ku berpirsa Şehadeta Xwişka wê, Koalîsyona Navneteweyî ye.

Şehîd Jiyan Tolhildan morha xwe li dîroka jinên têkoşer xist.

Ew bû jina ku li dijî DAIŞ’ê şer kir û bi ser ket û têgîna berê yên li ser jinan guhert.

Back to top button