Li Efrrîn dagirkeran cezayê bi darvekirinê li ciwanekî 20 salî birî

Li Efrînê, rojane nûçeyên sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî welatiyên li wir mane zêde dibe. Dagirkeran bi tawanên berê amadekirî, cezaya bidarvekirinê li ciwanekî 20 salî û cezayê girtîgehê jî yek jê jin, li 4 welatiyan birî. Li navçeyên Şera û Mabata jî yek jê jin çeteyan 4 welatî revandin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi tawanên berê amadekirî cezayê bi darvekirinê li ciwanekî û cezayê girtîgehê jî li 5 weltiyên ji navçeya Şiyê birîn.

Rêxistinê diyar kir ku dagirkeran bi êşkence û zextê tawan li girtiyan bar kiriye û li gorî wê ceza li wan biriye.

Li gorî rêxisitnê navên welatiyên ceza li van hatiye birîn wiha ne:

Dagirkeran cezayê zindanê li 4 welatiyan birîn

Hisên Yûsiv Mistefa Hisên yê 20 salî cezaya bidarvekirinê lê hatiye birîn.

Her wih ali Yûsiv Mistefa Hisên 3 sal,

Mistefa Mihemed Mistefa Hisên yê 28 salî, 13 sal,

Izedîn Yûsiv Mistefa Hisên yê 17 salî 13 sal û

Zeyneb Mihemed Olalşî a 27 salî, 12 sal cezayê zindanê hate birîn.

Rêxistinê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku van cezayan li dijî welatiyên ku li ser axa xwe mane û bi tewanên ne rast hatine dadgehkirin, rake.

Çeteyan yek jê jin 4 welatî ji navçeyên şera û Mabata revandin

Li aliyekî din, revandina welatiyan li ser destê çeteyan dewam dike.

Çavdêriyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 4 welatî di nav de jinek ji navçeyên Şera û Mabata revandin.

Li gorî rêxistinê, navên kesên hatine revandin,

Ayşe Nasan, Mihemed Kinco, Hisnî Selîm û Edhem Reşîd e.

Çeteyan li navçeyên Şêrawa û Cindirêsê bi sedan darên zeytûnê birîn

Dar û daristanên Efrînê jî ji hovîtiya çeteyan bêpar namînin.

Li gundê Kîmar yê navçeya Şêrawa çeteyan nêzî 250 darên zeytûnê birîn.

Her wiha çeteyan daristanên Çiyayê Qaziqlî yê li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê şewitandin da ku bi êzingên wê bazirganiyê bikin.

Back to top button