Artêşa Tirk a dagirker îro dîsa êrişî Başûrê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk bi dronekê li Ranyayê li wesayitekê xist.
Derbarê êrişê de Qeymeqamê Îdareya Raperîn a ser bi Silêmaniyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek li ser rêya Çarqurne-Ranyayê bombe li wesayitekê barand.
Hat ragihandin ji ber topbaranê kesek bi giranî birîndar bû.
CPT: Êrişa li Ranyayê ji aliyê balafira Tirkiyê ve pêk hat
Di derbarê êrişê de CPT ya Başûr jî daxuyaniyek da û got: “Di êrişa balafira Tirkiyê ya li ser rêya navbera Çarqurne-Ranya yê de, ciwanek 25 salî bi giranî birîndar bû.”
CPT da zanîn ku li gorî şahidan, kesek din jî di êrişê de birîndar bûye, lê aqûbeta wî nayê zanîn.