Rîham Hico: Di fermanê de berxwedana jinên Êzîdî bûn destan

Endama koordînasyona Tevgera Jinên Êzîdî Riham Hico li ser fermana 3’ê Tebaxê li kêleka wê berxwedaniya jinan di wan demê de axivî û got:” Gelek ferman bi serê Êzîdiyan hatin, lê fermana 2014’an neynika hemû fermanan e. Di vê fermanê de berxwedana jinên Êzidî bi pêş ket.

Rîham Hico anî ziman ku dîroka civaka Êzîdî bi ferman û komkujiyan tije ye. Lê di hemû fermanan de wan ti carî serî ji dijmin re netewandiye.

Rîham da zanîn ku fermana 74’an neynika hemû fermanên ku bi ser Êzîdiyan de hatine ye .

Riham Hico diyar kir ku yên herî zêde êş û zehmetî kişandine jin bûn. Gelek jin hatin kuştin û di bazaran de hatin fitotin. Bi vê yekê xwestin îradeya jina Êzîdî têk bibin.

Herî dawî Rîham Hico da zanîn ku di fermanê de jinan bi rêbazên cûda parastina xwe ji DAIŞ’ê dikirin.

Back to top button