Îro Meclisên sivîl û leşkerî yên rojava yê Dêrazorê ji bo her sê Fermandarên YPJ’ê konê sersaxiyê vedan. Li Derbêsiyê jî 22 şehîdên ku di mehên Hezîranê û Tîrmehê de ku dem û cihê cuda şehîd bûn, hatin bi bîr anîn.
Îro li Dêrazorê ji bo Şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, konê sersaxiyê hate vedan.
Bi dehan ji welatî, şêx û ruspî, endam û rêveberên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiyê, di bin kon de amede bûbûn.
Li bin kon bi navê Yekîneyên Parastina Jin-YPJ’ê Newroz Ehmed axivî.
Newroz Ehmed êrişa li ser her sê fermandarên YPJ’ê şermezar kir û soza şopandina rêya wan da.
Her wiha Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rewi’a El-Ehmed jî axivî û bang li hêzên cîhanî kir ku pêşî li komkujiyan birgirin û qada ezmanî ya herêmê li pêş balafiran qedexe bikin.
Li Dirbêsiyê 22 şehîdên mehên Hezîranê û Tîrmehê hatin bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ji bo 22 şehîdên mehên Hezîranê û Tîrmehê, ku di cih û demên cuda de şehîd bûne merasîmek bîr anînê li dar xist.
Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya li navçeyê pêk hat û bi dehan kes ji malbatên şehîdan amede bûbûn.
Di merasîmê de, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Edle Misto axivî û diyar kir ku şehîd ji bo jiyanek bi rûmet û azad canê xwe feda kirin.
Her wiha ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Umran Orkêş axivî û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.
Di dawiyê de, sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşandan.