MECLÎSÊN JINAN YÊN REQAYÊ JI ji nû ve TÊNE SAZKIRIN

Rêveberiya Jinan a Reqayê dest bi ji nûve sazkirina meclisên jinan kirin. Rêveberiyê meclisên taxên Deriyê, Teyar, Meşleb û Rimêlê ji nûve saz kirin

Di konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê ku Gulanê hatibû lidarxistin de biryar hate girtin ku komîn û meclisên jinan ên bajar û gundewarên Reqayê ji nû werin saz kirin.

Bi vê armancê rêveberiyê bi amadebûna bi dehan jinan li taxên El-Deriyê, El-Teyar, Meşleb û Rimêlarêze civîn li dar xistin.

Di civînan de endama Rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî li ser armanca sazkirina mecliên jinan yên taxan axivî û got:

Divê cihek hebe ku mafê jinan misoger bike û wan bi rêxistin bike, li ser vê esasî Meclisa Jin hate avakirin ku spartgeha hemû jinan e.

Di rêzecivînan de rêveberên meclisan, cîgirên wan, nûnerên komîteyên lihevanînê, tenduristî û arşîv hatin hilbijartin.

Piştî bidawîbûna sazkirina meclisên bajêr wê meclisên gundewarên Reqayê ji nûve bên sazkirin.

Leave a Reply

Back to top button