KJK: Berpirsên fermana 3’ê Tebaxê PDK û hêzên Iraqê ne

Der barê salvegera fermana 3’ê Tebaxê ya li dijî civaka Êzidî, KJK, KNK û TEV-DEM’ê daxuyanî dan.
Di daxuyanaiyan de bang li civaka navneteweyî û NY hat kirin ku li hember komkujiyê, berpirsyariya xwe bi cih bînin û komkujiyê wekî jenosîd nas bikin.

Sibe 3’ê Tebaxê, salvegera 8 a fermana li ser civaka Êzidî.

Bi vê boneyê ji gelek aliyan daxuyanî hatin dayîn û şehîdên komkujiyê hatin bibîranî.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) daxuyaniayekê nivîskîda û der barê komkujiyê de ev got:

“Di fermana li ser civaka Êzidî de berpirsyariya PDK û hêzên Iraqê heye.

Ji bo ku dîsa qirkirin pêk neyê, divê ev alî xweparastin, îrade, xwerêveberiya vê civakê qebûl bikin û piştgiriyê bidin.”

KJK’ê bang li hêzên navdewletî jî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Civaka Êzidî ku dixwaze plana DAIŞ’ê bibe serî bêdeng nemînin.

KNK: Divê Şengal di nav Kurdistanê de xwedî statûyeke xweser be

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

KNK’ê ev roj weke rojeke reş bi nav kir û got:

“Di salvegera vê bûyera dilsoj ku bi serê civaka me ya Êzidî de hat, dilê Kurdan hêj jî şikestî û birîndar e.

Kewandina van birînan, bi hevgirtineke mezin a neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan dibe.”

KNK’ê da zanîn di rewşa heyî de pêwîst e Şengalî hem xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin,
û ji bo vê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser be.

KNK’ê bang li PDK’ê û Hikûmeta Iraqê kir ku dev ji planên xwe yên mîna 9’ê Cotmehê berdin û îradeya gelê Şengalê nas bikin.

TEV-DEM: Şervanên azadiyê ji bo Êzidiyan xwe kirin qurban

TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyekê anî ziman Komkujiya Şengalê sûcekî şer ê li dijî mirovahiyê ye, ku tê de bi hezaran zarok, jin û kal û pîr bûn qurban.

TEV-DEM’ê îşaret bi rola şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di wê demê de kir û got:

Şervanên Azadiyê ji bo ji bo rizgarkirina jiyana bi sedhezaran Êzidiyan qurbanî dane.

Ev bû destpêka şoreşeke nû, vegerandina ruh û vejîna civaka Êzidî.

TEV-DEM’ê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember komkujiyê, berpirsyariya xwe bi cih bînin,

Û Bang li NY`yê jî kir ku komkujiya Şengalê wekî jenosîd nas bike.

Back to top button