Şêniyên Qamişlo xwe fêrî bikaranîna çekan dikin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî û di çarçoveya rewşa awarte de xwe amade dikin. Li Qamişlo malbatên şehîdan dest bi perwerdeya bikaranîna çekan kiriye.
Malbatan tekez kir ew ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li gel zarokên xwe axa xwe biparêzin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rewşa awarte de ji bo parastina axa xwe li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, xwe fêrî bikaranîn çekan dikin.

Taybet jî di vê mijarê de malbatên şehîdan di rola pêşengtiyê radibin

Li Qamişlo dayik û bavên şehîdan dest bi perwerdeya bikaranîna çekan kirin da ku li kêleka hêzên xwe yên leşkerî li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

Dayîka Şehîd Basil Silêman, Fadye Silêman ku di vê perwerdê de cih digre wiha behsa perwerdeya xwe dike:

Birayê şehîd Umer Îbrahîm û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Ebdulqadir Îbrahîm, ku perwerdeya bikaranîna çekê dide şêniyan diyar kir ku, di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de wê her kes bibe şervan.

Îbrahîm wiha domand: “Em di qonaxake gelek hesas de ne, divê em ji her alî de amade bin, ev şer dê ne wek ên berê be.”

Jina ereb Fatma EL Casim jî diyar kir ku ew weke kurd û Ereb xwe perwerde dikin li dijî êrişan û wê li hember dagirkeriya dewleta tirk xwe biparêzin.

Back to top button