Li rojavayê Amerîka bîlançoya şewatê giran dibe

Serê Amerîka bi şewat û bûyerên xwezayî re diêşe. Li rojavayê eyaleta Kaloforniya de şewatê ziyanek mezin pêk aniye. Li Kentucky jî ji ber lehî û şemitîna axê jimara kesên mirîn gihişt 37’an.

Şewata ku li eyaleta Kaloforniya despê kirî bi roja ne dewam dike.

Di dema xebatên vemirandina şewatê û xelaskirina welatiyan de cenazeyê 2 kesan hatin dîtin.

Cenaze li nava wesayîteke şewitiyayî hate dîtin.

Ofîsa Şerîf a wîlayeta Siskiyou balkişandin ku ev şewata herî mezin ya 2022’an ku li herêmê dewam dike.

Li herêmê bi hezaran kes bû cihên ewletir hatine veguhestin.

Ji ber germa zêde ya li herêmê, metirsiya zêdebûna şewatê heye.

Rayedarên agirkujiyê ragihandin ku sedema şewata ku li bakurê Kalîforniyayê, li nêzî sînorê eyaleta Oregonê derketiye, hêj nayê zanîn.

Şewata navborî heta niha li qadekî bi qasî 225 kîlometre çargoşe belav bûye.

Ji ber lehiyê li rojavayê Nevada û bakurê Arizonayê gelek rêyên ku diçin Parka Neteweyî ya Geliyê Mirinê ya geştiyariyê a eyaletê hatin girtin.

Di heman demê de şewatek din a li bakur-rojavayê Nebraska bû sedema veguhestin xelkê li herêmê.

Li Kentucykê ji ber lehî û şemitîna axê jimar kesên mirî gihişt 37’an

Waliyê Kentucky Andy Bashear diyar kir ku ji ber barana xurt û lehiyê ya ku li herêma çiyayî ya eyaletê bi bandor bû, jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 37’an.

Bashear îşaret bi wê yekê kir ku ava baranê ku yek ji herêmên herî xizan ên welat wêran kiriye, ji 30 santîmetreyan derbas bûye.

Xelkê herêmê hişyarî da ku bayê zêde dibe metirsiyek din bi xwe re bîne.

Fermandarê parastina niştimanî ya Amerîkî General Daniel Hokanson diyar kir ku 400 kes bi helîkopterê ji herêmê rizgar kirine.

Bêtirî 12 hezar kes bê elektirîk mane û herî kêm 300 kes jî li stargehan hatine bicihkirin.

Back to top button