ŞERVANÊ QSD’Ê DEBAS EBDULLAH EL-XENCER LI DÊRA ZORÊ BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Şêniyên Dêra Zorê canezeyê şervanê QSD’ê Debas Abdullah El-Xencer bi merasîmekê li goristana Şehîd Xidir El-Hemada oxirkirin. Di merasîmê de nasnameyên 11 şehîdan hatin eşkerekirin

Şervanê QSD’ê Debas Abdullah El-Xencer bi nasnav Mahir 4’ê Tîrmehê dema erka xwe ya leşkerî li gundewarên rojavayê Dêrazorê pêk tanî şehîd bû.

Şêniyên Dêra Zorê canezeyê şehîd wergirtin û berê xwe dan goristana Şehîd Xidir El-Hemada a gundewarê Dêrazorê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Ebû Xeşeb, Meclisa Jinan û Meclia Sivîl a Dêrazorê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn rola şehîdan di parastina nirxên gelan û tinekirina terorê de anîn ziman.

Piştî xwendina nasnameya şehîd Debas Abdullah El-Xencer, bo malbata wî hate radestkirin.

Her weha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 11 şervanên ku di demên berê di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Dawiyê cenazeyê şehîd Debas di nav sloganan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button