Îranê ji ber cezyan Amerîka hişyar kir: Ji ber cezayên nû yên hatine ragihandin em ê bilez bersiv bidin

Di navbera Amerîka û Îranê de, careke din peyamên gefwarinê dijwar bûne.
Amerîka cezayên nû li ser petrola Îranê ferz kir.
Tehranê jî ragihand ku wê bersivên bilez yên dijî cezayan werin dayîn.

Amerîka cezayên nû li ser 6 şirketên piştgiriya bazirganiya neft û berhemên petrokîmyayî yên Tehranê dikin ferz kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî van cezayan da.

Nasir Kenanî diyar kir ku tevî hewldanên navneteweyî yên ji bo ji nûve destpêkirina muzakereyên nukleerî yên Amerîkayê ji bo sepandina toleyan li ser aboriya welêt dudilî nebûn.

Kenanî îşaret bi wê yekê kir ku tevî rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden gelek caran siyaseta zextê ya Serokê berê Donald Trump rexne kir jî lê ew bi xwe heman polîtîkayan didomîne.

Şirketên ku Amerîka ceza li ser wan birîne, ji Hong Kong, Sîngapur û Îmaratê ne.

Berdevkê Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalvendî ji televîzyona fermî ya Îranê re axivî û diyar kir ku fermana herikîna gazê bi sedan santrîfujên ku di zengînkirina uranyumê de tên bikaranîn, hatiye dayîn.

Back to top button