Amerîka wê alîkariya leşkerî ya 550 mîlyon dolar bo Ukrayna bike

Li Ukrayna şerê wekaletê yê ku Amerîka li dijî Rûsya dide meşandin de şer giran dibe.
Amerîka ji bo temenê şerê heyî dirêj bike, alîkariya madî ya bo rêveberiya Kîevê zêde dike.
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ragihand ku 550 milyon dolar alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê hatiye dayîn.
Bi vê yekê re, piştevaniya alîkariya bo Kîevê gihişt 8,7 mîlyar dolar.

Rûsya êrişên xwe yên li Rojhilatê Ukrayna dijwar kiriye.

Hemwextî vê yekê Amerîka piştevaniya bo Ukrayna zêde dike.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê têkildarî alîkariya bo rêveberiya Kîevê dikin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê îfadeyên “Gelê Ukraynayê ku ev zêdeyî 5 meh in di bin êrîşa hovane û bêaqil a Rûsyayê de ye, ji bo parastina welat û azadiya xwe îlhamê dide cîhanê” bi kar tîne.

Bêtirî 50 hevalbend û hevkarên Amerîkayê li dijî êrişa Rûsya li ser Ukrayna piştevaniya Kîevê dikin.

Hat teqezkirin ku ew ê li dijî êrişên Ukraynayê piştgiriya serwerî û yekîtiya axa Ukraynayê bidomînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DYA wê 550 milyon dolar alîkariya leşkerî ya din bide Ukraynayê.

Bi vê yekê re, mijara alîkariya Amerîka heta niha bo Kîevê dayî gihişt 8,7 milyar dolarî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pakêta alîkariya leşkerî ya navborî de cebilxaneyên pergala roketên topavêj a HIMARS û pergalên topên 155 milîmetreyî hene.

Rûsya Tabûra Azov weke “rêxistina terorê” nas kir

Di vê navberê de, Dadgeha Bilind a Rûsyayê Tabûra Azov wekî ‘rêxistina terorê’ nas kir.

Tabora Azovstal di şerê li bajarê Mariupol yê li rojhilatê Ukrayna de derbên xurt li artêşa Rûsya dabû.

Back to top button