Sadir û Amirî ji bo aloziya Iraqê dicivin

Li Iraqê hêrsa deshilatdariyê, rewş aniya ber şerekî çekdarî.
Parlamentoya welat bûye, navenda çalakiya alîgirên Sadir.
Di vê navberê de, wê têkildarî bûyerên dawî yên li Iraqê, civînek di navbera Sedir û Amirî pêkwere.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wê serokê Eniya Tevgera Sedir, Muqteda Sedir û serokê Hevpeyaman Fetih Hadî Amirî bicivin.

Tê gotin wê her dû alî li ser bûyerên dawî yên li Iraqê bi axivin.

Gorî heman agahiyan, wê civîn li Herêma Henanî ya Necefê pêkwere û wê ji Çarçoveya Hemahengî serokê Hevpeymana Fetih Amirî tevlî civînê bibe.

Lê nehate zanîn wê kengê civîn pêkwere.

Hêjayî gotinê ye ji 30’ê Tîrmeha 2022’an ve li ser banga Muqte Sedir, alîgirên Sedir daketine kolanan.

Ev 4 rojin alîgirên Sadir di nav avahiya parlamentoya Iraqê dene.

Sedir xwepêşandanan weke ‘Şoreş’ binavkir.

Back to top button