PYD’ê şehîd Bavê Cûdî bi bîr anî û soza pêkanîna armancên şehîdan da

18 sal li ser şehadeta yek ji pêşengê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’ê) Ehmed Hisên “Bavê Cûdî” re derbas bûn.
PYD’ê bi daxuaniyekê Şehîd Bavê Cûdî bi bîra anî û soza dewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
PYD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Şehîd Bavê Cûdî bi destê Istixarata Rêjîma Baas di sala 2004’an de hate şehîdxistin.

PYD’ê diyar kir ku Rêjîma Baas bi hemû rêbazan şerê PYD’ê û kadroyên wê kir û bi taybet piştî rola pêşeng a ku di Serhildana Qamişlo di 2004`an de lîstibû.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser xebatê Şehîd Bavê Cûdî di destpêka damezrandina PYD’ê û rola wî pêşeng.

PYD’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd Bavê Cûdî û hemû malbatên şehîdên re xwest û soza şopandian rêya wan heta pêkanîna serkeftinê da.

Back to top button