Fermandariya YBŞ’ê şehîdên komkujiya Şengalê bibîranîn

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê bi wesîleya 3’ê Tebaxê a salvegera fermana Şengalê, daxuyaniyek da..YBŞ’ê got: “Em fedaiyên vî gelî û vê axê ne û em ê Şengalê û xelkê wê biparêzin.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê bi wesîleya salvegera êrişa DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxê, ya li ser Şengalê, daxuyaniyek da..

Fermandariya YBŞ’ê di serî de şehîdên fermanê bibîranî û got:

“3`yê Tebaxa 2014`an bi hişmendiya qirkirina gelê me, tevahiya pîrozî, ol, bawerî û hebûna me êrîşeke bêbext bi ser me de anîn.

Jin, keç, zarok, kal û ciwanên me bi rêbazên dijî mirovahiyê qetilkirin.

Bi hezaran keçên me li bazaran firotin, bi hezaran dayîkên me, zarokên me û însanên me hê jî aqûbeta wan nediyare. ”

Fermandariya YBŞ’ê: PDK îro jî siyaseta qirkirinê li ser Şengalê ferz dike

Fermandariya YBŞ’ê her wiha qale destê PDK’ê di vê fermanê de jî kir û wiha domand:

“Îro jî yên ku li ser van êş û birînên me sîyaseta qirêj didin meşandin, bi leyîstokên qirêj dîsa dixwazin desthilatdariya xwe li ser gelê me ferz bikin hene…

Hişmendiya îxanet û bê exlaqiyê ya ku di şexsê PDK`ê de 3`ê Tebaxa 2014`an pêşketî îro dîsa didome..

Dixwazin careke din êşên mezin bi gelê me bidin jiyîn û gelê me tunebikin.”

Fermandariya YBŞ’ê: Em ê rê nedin dagirkeriyê, gelê xwe û Şengalê biparêzin

Fermandariya YBŞ’ê di dewama daxuyaniya xwe de jî anî ziman ku ew rê nadin dagirkeriyê û got:

Me li hemberî vê dagirkerî û qirkeriyê gelek berdêlên weke Mam Zekî, Berxwedan, Dijwar, Nujiyan, Zerdeşt, Agir, Dilgeş, Berîvan, Faraşîn û Şervanan daye.

Di oxira wê de ji bona parastina van nirx û axa pîroz çî berdêl dibe, em ê xwe nedin paş…”

Fermandariya YBŞ’ê ji bo vegera Civaka Şengalê yên koçber jî ev bang kir:

“Em hêza hesap pirsîna ji xayîn, xwefiroş û namerdan in.

Em fedaiyên vî gelî, vê axê, ol, bawerî, çand û dîroka xwe ne û ji gelê xwe yê derveyî Êzîdxanê re dibêjin, divê êdî berê xwe bidin axa pîroz û werin ser cîh û warê xwe.”
https://rojnews.news/ku/kurdistan/ji-ybse-daxuyaniya-3ye-tebaxe-em-fedaiyen-gel-u-ve-axe-ne/

Back to top button