Rojnamevan Tewara Adil: Armanca êrişên dewleta Tirk, zindîkirina Mîsaqê Milî ye

Rojnamevan Tewara Adil da zanîn ku her kes ji bo berjwendiyên xwe bi Tirkiyê re di nava hevkariyê de ne. Ya ku nayê fêmkirin helwest û bêdengiya hukumeta Îraqê û PDK’ê ye. Axa wan di metirsiyê de ye. Di projeya avakirina dewleta nû ya Tirkiyê de em hemû tên tunekirin.

Artêşa Tirk di 17’ê Nîsana 2022’an de li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê êriş da destpêkirin.

Di êrişê de sivîl hatin kuştin, xweza hate talankirin û sûcên şer hatin kirin.

Tevî vê yekê di serî de NATO, hukumeta Îraq û PDK’ê bêdeng man.

Têkildarî mijarê, Rojnamevan Tewara Adil nirxandin kir.

Tewara da zanîn ku armanca van êrişan dagirkirina Kurdistanê û zindîkirina sînorên Mîsaqa Milî ne.

Tewara bi lêv kir her çar aliyên Kurdistanê heta hemû Kurd dibe armanca dewleta Tirkiyê ya li dijî Kurdistanê şerekî mezin dide maşandin.

Rojnamevan Tewara Adil: PDK’ê hevkariya xwe eşkere kiriye

Rojnamevan Tewara behsa piştgiriya NATO’yê kir û destnîşan kir ku di aliyê navxweyî de jî îxanetek mezin tê kirin û wiha domand:

Hikumeta Başûr beriya niha bi awayekî ne fermî timî bi Tirkiyê re di nav hevkariyê de bû.

Êdî PDK vê hevkariya heyî eşkere dike.

Dewleta Tirk bi PDK’ê re hevkariyê dike.

Çapemeniya alîgir jî bi heman rengî piştgirîiyê didê. Êrişan dinixumînin û propagandaya Erdogan dikin.

Rojnamevan Tewara Adil :Divê bertekên li dijî şer eşkere û bilind bibin

Di dawiyê de Tewara Adil diyar kir ku metirsî li ser axa Kurdistanê heye û got: Bi taybetî gelê Başûr li hemberî vê sîstemê divê nerazîbûnên xwe nîşan bide.

Em weke rojnamevan jî dixwazin bi awayekî azad nûçeyên xwe derbas bikin û li vir xebatê bidin meşandin.

Pêwîst e ji bo nîşandana rûyê qirêj ya dagirkeran em di nava hewildanan de bin.

Back to top button