Hêzên Iraqê bi tevlîbûna hêzên herêmî yên Şengalê Operasyonek ji bo paqijkirina sînorê Iraq û Sûriyê ji çeteyan dan destpêkirin
Operasyona hevbeş a bi navê ‘Operasyona îradeya Nasir’ ji herêma Selehadin, Musil û Anbarê û heta sînorê Sûriyê ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ’ê hate destpêkirin.
Di operasyonê de li kêleka hêzên Iraqî, hêzên bi navê El- Nesrel Mubîn Ewel û Nesrel Mubîn Sanî jî tevlî vê operasyonê bûn.
Hêzên Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubîn Sanî ji destpêka fermanê heya niha li dijî DAÎŞ’ê di berxwedanê de li gel YBŞ û YJŞ’ê di çeperan de cihê xwe digirt.
Di oparasyona ku bi alîkariya hêzên koalîsyonê li Selahadin, Musul, Anbar û Sînorê Sûrî hatî despêkirin de;
Haşd-î Şabî, Haşd Aşaîrî û Hêzên Hewayî yên Iraqî cihê xwe digirtin.