Yekitina Jinên Êzidî: Têkoşîna jinan dê heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî berdewam bike

Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê di semînerekê de şehîdên fermana 3’yê Tebaxê bi bîr anîn û diyar kirin ku têkoşîna jinan heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên revandin Tirk berdewam e.

Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê, salvegera 8`an Fermana 3’ê Tebaxê ya li Şengalê li nivîsgeha xwe ya li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo semînerek da.

Di semînerê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo axivî û diyar kir ku tevî hemû fermanan, êzidiyan hîna bi ola xwe ve girêdayî ye û got: “Jinên Êzidî li ser bingeha baweriya bi fikr û felsefeya rêber Ocalan xwe bi rêxistin kir, tevlî têkoşînê bû û li rex gerîla li dijî DAIŞ`ê şer kir heta ku Şengal ji terorê rizgar kir û şênî vegeriya warên xwe.”

Di dawiyê de Hediye Şemo got: “Heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî ji destê DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk wê têkoşîna jinên Êzidî berdewam bike.”

Back to top button