Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê Ş.Fehîme Reşo spartin axê

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîda sivîl Fehîma Reşo li goristana şehîdan a navçeya Fafînê spart axê.

Welatiya sivîl Fehîma Reşo 26’ê Tîrmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Rifetê birîndar bûbû û duh şehîd bibû, li goristana şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê veşart.

Şêniyan cenaze ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirt û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê hevserokê Meclisa Til Rifetê Mihemed Henan axivî û bal kişand ser êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û got: Em ji kalikên xwe fêr bûne ku em li hemberî dijmin bisekinin û mafên xwe biparêzin.”

Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend.

Cenazeyê şehîd di diruşmeyê hat veşartin.

Back to top button