Berhem Salih: Cezakirina kesên Komkujiya Êzidiyan kirine erk û mafe

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih diyar kir ku cezakirina kesên komkujiya Şengalê kirine erk û mafe.

Berhem Salih bi boneya 8’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û got:

“Em salvegera 8’emin a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me yê Êzidî pêk anîn û bi armanca bidawîkirina hebûna wan pêk anî, bi êş bi bîr tînin.

Ev rûpelek xemgîn e ku wijdanê mirov dihejîne.”

Berhem Salih diyar kir ku cezakarina kesên ku destên wan di komkujiya çeteyên DAIŞ`ê li dijî Êzidiyan de heye, erkek û mafekî bêhempa ye û got: “Erka me ye ku em yasaya jinên Êzidî yên rizgarkirî derxînin û bi dadmendî bi qurbaniyan re mijûl bibin û tazmînata wan bidin.”

Back to top button