Li Şengalê serdana gorên şehîdên komkujiyê hat kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) duh serdana gorên komî yên Girzerik, Sîba Şêx Xidir û gora komî ya li ser rêya Şengalê kirin.
Şehîdaên fermanê hatin bibîranîn û banga yekîtiyê hat kirin.

Di dema serdana gorên Komî yên li Girzerik de ji malbatên şehîdan Pakîza Celal axivî û bang li hikumeta Iraqê û aliyên peywendîdar kir ku li hember van komkujiyan bi erka xwe rabin.

Piştre serdana gorên komî yên li Sîba Şêx Xdir û yên li ser riya sereke ya Şengalê jî hat kirin.

Li vir endamê Polîtburoya PADÊ Hadî Mehol axivî û bang li tevahiya Êzidiyan kir ku li dijî van komkujiyan yekîtiya xwe ava bikin;

Û ji bo Êzidiyên koçber jî banga vegerê kir.

Back to top button