Nancy Pelosî: Amerîka wê berpirsiyariya xwe ya li hemberî Taywanê bicih bîne

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî tevî nerazîbûnên tûnd ên Pekînê jî doh çû serdana Taywanê.
Pelosî peyam da ew ê piştgiriya xwe ji bo Taywanê bidomînin.
Çîn jî li dijî vê; helwestê xwe bi pêkanîna tetbîqateke leşkerî nîşan da.

Gef û hişyariyên Çînê nekarîn serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji bo Taywanê asteng bikin.

Lewma doh êvarê, piştî 25 salan cara pêşî ye rayedareke ew çendî payabilind ji Amerîka serdana Taywanê kir.

Beriya serdanê, Çîn tevgera xwe ya leşkerî li derdora giravê zêde kir û peyam da ew ê dest bi tevgerên leşkerî bike.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê dema hevdîtina li gel seroka Taywanê Tsai Ing-wen تساي إنغ ون got;

Armanca bingehîn a serdanê ew e em bêjin, em ê ti carî dest ji berpirsiyariya xwe a li hemberî Taywanê bernedin.

Em bi vê hevalbendiyê serfiraz in.

Taywan: Em ê serê xwe li hember Çînê netewînin

Seroka Taywanê Ing-Wen jî ragihand ew ê stûyê xwe li hemberî gefên Çînê netewînin.

Di dema serdanê de, rêveberiya Taywanê “Madelyaya Rûmetê” da Pelosi.

Çînê bi tetbîqata leşkerî bertek nîşanî serdana Pelosi da

Wezareta Karê Derve ya Çînê jî bi daxuyaniyekê serdana Pelosî weke destwerdaneke kirêt binav kir.

Di vê navberê de artêşa Çînê ya tevgera xwe li derdora giravê zêde kir, peyam da ku ew ê dest bi tevgerên leşkerî bike.

Di nava van peyamên tuj de, Pelosi beriya li balafira xwe siwar bibe û ji Taywanê derkeve got:

Em ê ticarî we bi tenê nehêlin.

Bo bersiva serdana Pelosi, Çînê tetbîqatên leşkerî li 6 herêmên cuda yên nêzîkî ava bejayî ya Taywanê dest pê kir.

Ev tetbîqatên ku tê payîn ku bi cebilxaneyên rasteqîn ên menzîla dirêj bên bikaranîn, tê plankirin ku tevahiya hefteyê dewam bikin.

Ev zexta li ser Taywana ku bi salan di bin gefa êrişa Çînê de ye, di serdema Serokê Çînê Xî Jinpîng de hîn zêdetir bû.

Êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê jî li Rojava fikarên ku Taywan bi rewşek bi vî rengî re rû bi rû bimîne zêde kir.

Rêveberiya Pekînê, Taywanê weke parçeyek ji xaka Çînê dibîne.

Lê rêveberiy Taywanê vê yekê red dike.

Di nava demên dawiyê de, aloziya bêtirî 70 salî ya navbera aliyan de, careke din bala cîhanê kişandiye ser xwe.

Back to top button