TAJÊ: Em bi biryar in Xweseriya Şengalê misoger bikin

Bi boneya salvegera 8’an a fermana 3’yê Tebaxê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Azadî û PYD bi daxuyaniyên cuda qurbaniyên komkujiyê bibîranîn û piştgiriya xwe ya ji bo civaka Êzidî û daxwazên wan ragihandin.

Bi boneya salvegera 8’an a fermana 3’ê Tebaxê ji gelek aliyan daxuyanî hatin dayîn û şehîdên fermanê hatin bibîranîn.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî da û anî ziman ev ferman li dijî mirovahiyê bû.

Di daxuyaniyê de reva PDK’ê û artêşa Iraqê hate bibîrxistin, ku bû sedema kuştin û revandina bi hezaran Êzidiyan û koçberkirina bi sedhezaran.

TAJÊ destnîşan kir ferman herî zêde li dijî jin û zarokan hatiye kirin û berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê, şervanên YPG û YPJ’ê bi bîr xist û silav kir.

TAJÊ dawiyê tekez kir ew ji bo rizgarkirina hemû Êzidiyên revandî û misogerkirina Xweseriya Şengalê bi biryar in.

Tevgera Azadî: Parastina Şengalê erkekî exlaqî û wijdanî ye

Tevgera Azadî jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.

Tevgera Azadî şehîdên fermanê bi bîr anîn û anî ziman niha û piştî 8 sal bi ser fermanê re derbas bûn, DAIŞ şikestiye.

Her wiha da zanîn ku hêzên wê demê reviyan PDK, beşek ji Artêşa Iraqê û Tirkiyeya dagirker heta niha planên xwe didomînin û dixwazin careke din Şengal û Êzidiyan kole bikin.

Tevgera Azadî bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz ên li Kurdistanê û cîhanê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin.

YNK: Daxwaz dikin ku Êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin

Bi heman armancê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK’ê jî daxuyaniyek da.

YNK’ê ragihand ew hewl didin ji bo dîtina aqûbeta kesên heta niha winda ne xebatên xwe zêdetir bikin.

Her wiha daxwaz kir ku Êzidî ji jiyana di nava wargehan û koçberiyê û bikaranîna wan weke kartek siyasî werin rizgarkirin.

PYD: Bi saya hêzên parastinê plana li ser Şengalê û kurdan têk çû

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD bi daxuyaniyekê qurbaniyên Fermana li Şengalê bibîranî..

PYD’ê diyar kir ku bûyerên li Şengalê pêk hatin, ji bo qirkirina etnîk a gelê êzidî bûn û got:

“Plan ew bû ku Şengal û tevahiya herêm ji gelê Kurd bê valakirin pê re jî demografiya wê biguherin..

Ev plan û komplo bi saya hêzên parastinê têk çûn, lê bandor û şopên wê heta roja îro dewam dikin”

PYD’ê her wiha planên ku niha li ser Şengalê tên gerandin jî bibîr xist û got:

“Hewl didin destkeftiyên gelê Şengalê tune bikin.

Vegera penaberan qedexe dikin, êrişî wan û fermandarên wan dikin û bi hemû rêbazan tevliheviyê derdixin..

Lê em di wê baweriyê de ne ku ew ê gelê Kurdistanê xwe biparêze.”

⁣KÊLIYÊN FERMANA ŞENGALÊ

Back to top button