Li Tebqayê perwedeya destwerdanên lezgîn hatiye destpêkirin

Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî ya Tebqayê, di çarçoveya rewşa awarte de, perwerdeyeke destwerdanên lezgîn daye destpêkirin.

Ev perwerde hefteya borî hat destpêkirin û 10 rojan wê bidome.

70 ciwan tevlî perwerdeyê bûne û di aliyê tendirustî de xwe fêr dikin.

Tê de waneyên pratîk li ser pêçandin û dermankirina birînan û bikaranîna derziyan tê dayîn.

Hevserokê Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî Ehmed El-Îd der barê perwerdeyê de got :

“Ekîbeke bijîşkî ya pispor a Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê li ser perwerdekirina ciwanan disekine.

Armanc jê ew e jimareke mezin ji ciwanan li ser destwerdanên lezgîn perwerde bikin.”

Ne tenê li Tebqa, ev perwerdeyên tenduristiyê li piranî bajarên heerêmê ji bo şerekî gengaz hatine destpêkirin.

Back to top button