Parlamentoya Fransa endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO erê kir

Swêd û Fînlandiya gav bi gav nêzî NATO dibin.
Li Fransa piştî Senatoyê, Meclisa Netewî jî beşdarbûna Fînlandiya û Swêd ya ji bo NATO’yê erê kir.

Pêşnûmeya qanûna ku protokola endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandiyayê jî di nav de ye, piştî ku li Meclisa Neteweyî ya baskê din ê Parlamentoya Fransayê hat qebûlkirin, di dengdana ku li Meclisa Neteweyî de jî ket dengdanê.

Li pêşberî 46 dengên “na” pêşnûme bi 209 dengan hate erêkirin.

Senatoya Fransa yê jî 21’ê Tîrmehê beşdarbûna herdû welatên navborî bû NATO erê kiribû.

Di dengdana parlementoyê de ligel eniya desthilatdar Komarparêzan (LR), Partiya Sosyalîst (PS) û Keskan (EELV) piştgirî dan endamtiya Swêd û Fînlandiya ya bo NATO.

Partiya Çepgir a Tund û Fransaya Bêsûc (LFI) jî li dijî qanûnê derketin.

Partiya rastgir a Yekîtiya Neteweyî (RN) jî bêalî ma.

Wezîra Karê Derve ya Fransayê Catherine Colonna wêneyê pêşnûmeyê li ser Twitterê parve kir û got,

“Li ser navê hikumetê ez bûm xwedî wê rumetê ku vê biryarê diparêzim.

Bi van endaman re wê ewlekariya me hîn xurtir bibe.”

Parlamentoya Fransayê ji du baskên, Meclîsa Neteweyî û Senatoyê pêk tê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha, Danîmarka, Kanada, Aleban û DYA endamtiya van welatan bo NATO’yê erê kir.

Back to top button