Aborîya Tirkiyê…Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq heye

Di navbera rêjeya enflasyonê ya TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene.
ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha Tîrmehê weke 176,04 û TUÎK’ê jî weke 79,60 destnîşan kir.

Li gorî daneyên meha Tîrmehê ya Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona salane bû 79,6 û ya mehane jî bû 2,37.

Li gorî daneyên TUÎK’ê, di komên sereke de li gorî meha tîrmehê ya par bi rêjeya 25,79’an re efnlasyon herî kêm di qada ragihandinê de û bi rêjeya 119,11’an re jî herî zêde di qada veguhestinê de çêbûye.

Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî daneyên enflasyonê yên meha tîrmehê parve kir û enflasyona salane weke ji sedî 176,04 destnîşan kir.

Li gorî daneyên ENAG’ê; Endeksa Bihayê Bihayê Mezêxeran (E-TUFE) di meha tîrmehê de ji sedî 5,03 zêde bû.

Ev jî tê wateya ji sedî 80,35 zêde bûye.

Back to top button