Serokomarê Sirbistanê Vucic: Kosova li gorî qanûna navnetewî beşek ji Sirbistanê ye

Di nava rojên dawiyê de, Kosova û Sirbistan carke din hatine pêşberî hev.
Serokomarê Sirbistanê Vucic got, Kosova ne welatekî serbixwe ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî beşek ji Sirbistanê ye.

Li pêşiya Sirbistan û Kosova rojên bialoz xuya dikin.

Serokomarê Sirbistanê Vucic di bernameya ku beşdarî Radyo û Televîzyona welat bû de bûyerên dawî yên li herêmê nirxand.

Vucic diyar kir ku di bûyerên êvara Yekşemê yên li ser Kosovayê “senaryoya herî xirab hat astengkirin” û wiha got:

“Senaryoya herî xirab hat astengkirin.

Bêguman hinek dixwazin êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê wek firsendekê bibînin.

Ji bo nîşan bidin ku Sirbîstan girêdayî Rûsyayê ye.”

Serokomarê Sirbistanê anî ziman ku ew ê di 18’ê Tebaxê de biçe Brukselê û bi Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti re hevdîtinê pêk bîne, lê ne pêkan e ku bi Kurti re aştî pêk were.

Vucic bi eşkere anî ziman ku ew Kosovayê nas nakin û ev tişt anî ziman:

Kosova ne welatekî serbixwe ye, ji ber vê yekê êrîşek bi navê Kosovayê çênabe.

Li gorî hiqûqa navneteweyî Kosova beşek ji Sirbîstanê ye.”

Kosovaya 2008’an bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir.

Lê Sirbistan ev yek red dike.

2011’an jî bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa danûstandinên navbera aliyan pêk hat.

Pêvajoya diyalogê ya di navbera Kosova û Sirbîstanê de, gelek caran ji ber sedemên cuda, wek aloziya êvara 31ê Tîrmehê, tê sekinandin.

Back to top button