Alîgirên Sadr çalakiyên xwe li ber parlementoyê dewam dikin

Piştî 2 rojan ji çakaliya rûniştinê, alîgirên Tevgera Sadr avahiya parlementoya Iraqê vala kirin.
Lê bi derketina ji hunidr, dawî li çalakiyên xwe neanîn û vê gavê li ber parlementoyê kom bûne.
Di vê navberê de serokwezîrê heyî Mistefa Kazimî di bin navê çareseriyê de banga diyaloga netewî li hemû aliyên siyasî kir.

Li Iraqê hêza Şîi ya bi serokatiya Muqteda Sadr bi daxwaza pêkanîna reformeke siyasî ya giştî, dest bi pêvajoya xwepêşandanan kir.

Tevgera Sadr dixwaze Iraqê ji aliyê pergala serokatiyê ve were birêvebirin.

Bi vê armancê di nava 10 rojên derbasbûyî de, alîgirên Sadr 2 caran bi ser avahiya parlementoyê de girtin.

Serdegirtina dawî jî veguherî çalakiya rûniştinê.

Piştî 4 rojan ji çalakiyê, lîderê tevgerê bang li alîgirên xwe kir da ku ji bi 72 saetan ji ji hundirê avahiyê derkevin û xwepêşandanê li derve dewam bikin.

Li ser bangê, bi sedan kesên li nava parlemento derketin dereve.

Di rewşeke wiha a aloz de, serokwezîrê heyî Kazimî ji bo çareseriyê banga diyalogê li hêzên siyasî kir.

Ji Cotmeha 2021’an, dema pêkanîna hilbijartinên pêşwext ve, li Iraqê ne hukûmet û ne jî serok-komarê nû diyar nebûne.

Herî dawî piştî destnîşankirina Mihemed Şiya El Sûdanî ku Îranê destekê dide we, Tevgera Sadr bi tûndî li dij derket.

Back to top button