Lavrov, serdana pelosi şiband piştevaniya Amerîka ya bo Ukrayna

Serdana Seroka Meclisa Nuneran a Amerîka Nancy Pelosi ya bo Taywanê ji aliyê welatên rojhilat ve jî ji nêz ve dihat şopandin.
Rêveberiya Moskow û Piyongyanê jî helwesta xwe ya li ser mijarê diyar kirin.
Pyongyanê bi eşkereyî di rewşa derketina şerekî de, piştevaniya xwe ya bo Pekînê diyar kir.

Ji aliyê Rûsyayê ve bertek li ser serdana Pelosi derket.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku serdana Pelosi ya ji bo Taywanê hewildaneke bi qestî ya Washingtonê bo hêrskirina Çînê ye.

Lavrov li Myanmarê ye ji rojnamevanan re got;

Serdana Pelosi nêzîkatiya Washingtonê ya derbarê rewşa Ukraynayê de nîşan dide.

Pyongyan: Serdana Pelosi destwerdanek hovane ye

Mîna Rûsya, ji Koreya Bakur jî helwest derket.

Li gorî medyaya dewletê Koreya Bakur serdana Pelosi weke destwerdaneke hovane hatiye pênasekirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Koreya Bakur got,

Pyongyang wê “bi tevahî piştgirî bide” helwesta Pekînê.

Her wiha ji ber bilindkirina desta li herêmê jî Waşîngton tewambar kir.

Back to top button