Scholz: Ti astengî nîne ku turbîna Nord Stream bo Rûsya bê şandin

Di nava welatên Ewropayê de, tirsa ji sermaya zivistanê ji niha de xwe daye hîskirin.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got,
Ti astengî li pêşiya radestkirina turbîna gaza xwezayî ya Nord Stream a ji bo Rûsyayê wera şandin nîne.

Olaf Scholz serdana kargeha Siemens Energy ya li bajarê Ruhr kir.

Scholz li wir turbîna ku ji aliyê Kanadayê ve tê çêkirin lêkolîn kir û diyar kir ku ji bo wî girîng e ku nîşan bide ku ev turbîn di her kêliyê de dikare were bikar anîn.

Serokwezîrê Almanya got,

Ji bo şandina turbînê bû Rûsya ti astangî nîne.

Scholz diyar kir ku Almanya wê ji bo şandina gazê ya bê asteng ji Ewropayê re bi erka xwe rabe.

Di daxuyaniya Gazpromê ya 26’ê Tîrmehê de hat ragihandin ku biryar hatiye girtin ku turbîneke din li Nord Stream were rawestandin.

Ji 27ê Tîrmehê pê ve rojane herî zêde 33 milyon metrekup gaza xwezayî tê şandin.

Tenê ji sedî 20’ê kapasîteya wê bi rêya xeta boriya Nord Stream derbasî Ewropayê dibe.

Ewropa ya piraniya gaza xwe ya xwezayî ji Rûsya dikire, ji niha de ketiye derdê zivistanê.

Ji bo vêyekê gelek welatên Ewropa dest bi girtina tevdîran kirine.

Back to top button