Salvegera 8. ya fermana 74’an a li ser civaka Êzidî

Li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de 8 sal çêbûn, di vê pêvajoyê de jinên Êzidîxanê di banê TAJÊ de xwe birêxistin kirin û di her qadê jiyanê de cihê xwe girtin. Her wiha jinên Êzidî ji bo rizgarkirina tevahî jinên di destê DAIŞ’ê de gelek kar û xebat kirin û niha jî ji bo ku fermana 3’ê Tebaxê weke Jinosayd bê nasîn di nava têkoşînê de ne.

Li dirêjahiya dîrokê, xelkên Êzidî ji ber bîr û baweriyên xwe yên olî rastî zordariyê hatine.

DAIŞê 3’ê Tebaxa 2014 girt ser Şengalê û bi êrîşeke hovane û berfireh, civaka Êzidî da ber xwe, bi qeflan ew kuştin û gelek ji wan bi çolan xistin.

Hingê zêdeyî 5 hezar kes hatin kuştin û serjêkirin.

6 hezar û 417 jî piraniya wan zarok û jin bûn, hatin revandin.

Jixwe keç û jinên Êzidî ku ew kirin kole û neçarî zewacê kirin, nayên jimartin.

Ji bilî jinên ku hatin kuştin, revandin û li bazaran hatin firotin, heta niha jî çarenûsa bi hezaran ji wan nediyar e.

Şervanên HPG û YJA Starê da ku kurdên êzîdî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin berxwedanên destanî nivîsandin û di encamê de Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Tevî êş û zehmetiyan gerilayên YJA Starê ji jinên Êzidî re bûne mînak û jina Êzidî careke din li dîroka xwe vegere û pêşengtiya civaka xwe dike.

Li kêleka vê serbilindiyê gekek jinên ku ji deste DAIŞ’ê rizgar bûn ji bo tola xwe û jinên din rakin beşdarî refên YJŞ’ê bûn.

Jinên Êzdî di bin banê Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) de xwe rêxistin kirine û di her qada jiyanê de bê navber ked didin.

Ne tenê ev cara yekemîn jinên Êzidî di warê diplomasi de bi erka xwe rabûn û ji bo rizgarkirina jinên di destên DAIŞ’ê de gelek xebat dan meşandin.

Li gorî amarên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), heya niha hezar û 116 jin di destê DAIŞ’ê de mane û zêdeyî hezar û 500 jin jî hatine rizgarkirin.

Jinên Êzdî li Efrîn û Şengalê bi qirkirina dewleta Tirk re rû bi rû ne

Hîna êş û birîna Şengaliyan rehet nebibû, birîneke nû hate vekirin..

Dewleta Tirk a dagirker xeta DAIŞ’ê li Efrînê dewam dike û kirinên ne dûrî yê wan pêk tîne.

Di pêvajoya 3 salên dagirkirina Efrînê de, li dijî jinên êzidî sûcên ji sûcên DAIŞ’ê xerabtir pêk hat.

NY fermana li dijî Êzidiyan weke jinosaid bi nav kir

Êzidiyan her digot, “DAIŞê em qir kirin”, va ye piştî 6 salan, civaka navdewletî bi ser hişê xwe ve tê û komkujiya li dijî Êzidiyan weke jinosaid bi nav dike.

Ji bo ku fermana 3’ê Tebaxê weke Jinosaid bê nasîn, nih civak û jinên Êzidî di nava têkoşînê de ne.

Back to top button