Şervanê QSD’ê şehîd Hîwa Baran ber bi Silêmaniyê ve hat oxir kirin

Xelkê Dêrikê cenazeyê şervanê QSD’ê Hîwa Baran yê ji başûrê Kurdistanê li deriyê Sêmalka radestî malbata wî kirin û ber bi Silêmaniyê ve hate bi rêkirin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Hebeş Banîşarî (Hîwa Baran) ku ji Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê ye, duh li kobanê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Hîwa û îro ji aliyê bi sedan kesî ve li deriyê Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin.

Li derî di merasima oxirkirinê de Endamê Rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyên QSD’ê Xalid Dara û dayîka Şehîd Hevrîn Xelek Sûad Mistefa axivî sersaxîn ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamiya riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd Hîwa Bararn wê li Silêmaniyê bispêrin axê.

Back to top button