Xuşka şehîd Sosin Bîrhat spasiya hêzên QSD’ê kir

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê beriya demekê bi operasyonekê sîxûrên ku destê wan di şehadeta Şehîd Sosin Bîrhat û her 3 hevalên wê de hebûn girt. Xwişka Şehîd Sosin Bîrhat li ser navê malbatê spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir û xwest ku ev sîxûr bêne dadgehkirin û cezakirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn çen roj berê li dijî sîxuran Operasyona Sondê dan destpêkirin û sîxûrên ku bûbûn sedema şehadeta gelek pêşeng, fermandarên leşkerî û sivîlan girtin.

Di 26’ê Tîrmehê de, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihandibû ku wan şaneyeke sîxûrên MÎT’a Tirk a ji 3 kesan, ku destên wan di şehadeta Şehîd Sosin Bîrhat û hevalên wê de hene, girtin.

Gelek malbatên ku sîxûr bûbûn sedema şehadeta zarokên wan spasiya hêzên QSD’ê kirin.

Yek ji wan jî malbata Şehîd Sosin Bîrhat e.

Xwişka Şehîd Sosin Bîrhat Ilham Mihemed li ser navê malbatê spasiya hêzên QDS’ê kir ku sîxûrên bûne sedema şehadeta keça wan girtin.

Xwişka şehîd Sosin Bîrhat: Divê sîxur bên adgehkirin û cezakirin

Xwişka Şehîd Sosin bang li QSD’ê kir ku ev ajan bêne dadgehkirin û cezakirin.

Xwişka Şehîd Sosin bang li kesên ku xizmeta dijminên gel dikin û sîxûrtiyê ji wan re dikin ku dev ji xeta xiyanetê berdin.

Back to top button