Di encama êrişên dagirkeran de şervanekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bû

Deweta Tirk a dagirker û çeteyê wê bi balafireke bê mirov a bi çek gundê Til Cuma yê Til Temirê yê Asuriyan bombebebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê gundê Til Cuma yê yê Asuriyan ku dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê bombebaran kir..

Her wiha Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa bombebaranê de şervanekê wan şehîd bû..

Dagirkeran gundên Şehba û Şêrewa topbaran kirin

Beriya niha bi çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Wehşiyê yê Şehbayê topbaran kirin.

Her wiha di saetên nîro de jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê girê gundê Meyasê û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî topbarankirin.

Lê derbarê van topbaranan de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Back to top button