“ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI GORÎ SÛCÊN KIRINE, WÊ WERIN DARIZANDIN”

Roja sêyemîn a Komcivîna Navneteweyî ya derbarê çeteyên DAIŞ’ê bi dayîna semînera li ser mafnasiyê destpê kir. Di semînerê de gelek mafnasên Cîhanî axivîn û diyar kirina ku li gorî sûcên Çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne avakirina dadgehê pêkan e û cezayên giran li wan ferz bikin..

Îro roja dawîn a komcivînê ye li ser Maseya yekemîn, milên mafnasî yên terora DAIŞ’ê hatin nirxandin.

Rûniştin ji aliyê Lêkolîner û Mafnasekî pispor di çareserkirina şeran de Xadi Sarî ve hat birêvebirin.

Pisporê qanûnên navneteweyî Mehmûd Patil balkişand li ser binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê û wiha got:

Gelo di aliyê hiqûqî de ev çeteyên binpêkirin bi serê gel de anîne, dê bi çi awayî bên darizandin.

Lê hêzên navnetewî dibînin ku hêzên kurd ên ev teror têk birin, dikarin çareseriyê pêk bînin.

Em lêborîna xwe li ser van binpêkirinan ji gel dixwazin, em ê çeteyan bi rêya belgeyan di dadgeha navdewletî de darizînin.

Dibe ku ev dadgeh li gorî zagonên Efrîqî be û civak di asta yekemîn de cih bigre.

Endamê Komîteya Mafnasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Xidir Ibrahîm destnîşan kir ku derketina DAIŞ’ê encamê siyasetên şaş ên dewletan e.

Çeteyên DAIŞ’ê gelek sûcên dermirovî pêk anîn, di serî de bi ser gelê Êzidî û Êla Şiytat.

Ev çete sûcdar in û zagonên navnetewî derbaskirine, divê dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê sûrî bê avakirina û bên darizandin.

Dadgeh divê di zûtirîn dem de bê ava kirin.

Dawiyê Mamosteyê mafnasiyê yê Zanîngeha Parîsê Dominique Inchauspe axivî û got:

Nabe ji bo darizanina çeteyên DAIŞ’ê em sûcên sivik li wan bibirin.

Avakirina dadgeheke navdewletî ji bo me pêkan e.

Em dikarin dadgehê ava bikin û cezayên giran li wan bibirin.

Semîner bi nîqaşên beşdaran dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button