Komîteya Şilêr a zarokan fermana 3’yê Tebaxê ya ser Şengalê şermezar kir

Komîteya Şilêr a Zarokan bang li tevahî dewlet, sazî û rêxistinên mafên mirovan û zarokan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokan rawestîne û fermana li Şengalê şermezar kir.

Bi dehan zarok li pêşiya Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de êrişa çeteyên DAIŞ’ê û komkujiyên wê yên li dijî xelkê Şengalê di serî de zarok, hatin şermezarkirin..

Her wiha bang li hemû dewlet, sazî û rêxistinên mafên mirovan û yên zarokan hate kirin ku van sûcan bidin rawestandin û gotin: “Bi navê tevahî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her zarokekî Êzidî em dibêjin em li dijî şerin û em dixwazin zarokên ku di destê DAIŞ’ê de werin rizgarkirin.”

Back to top button